Hrant Dīnk hate kustin
- From: "Ali Asker" <pasa_asker@xxxxxxxxxxxx>
- Date: Sun, 21 Jan 2007 01:07:57 GMT
Hrant Dînk hate kustin
Polîtîkayên nîjadperestî yên rayedaran, li Tirkiyê bû sedema
kustina nîvîskarê navdar yê ermenî Hrant Dînk. Gerînende û ser-nîvîskarê
rojnameya ermenî Agosê li Stenbolê rastî êrîsek çekdarî hat. Êrîsa çekdarî
duh pistî nîvro li ber avahiya rojnameyê pêk hat. Di encama êrîsa çekdarî
de, 3 guleyan îsabetî ser û milê Hrant Dînk kir û li cihê êrîsê jiyana xwe
ji dest da.
Nîvîskar Hrant Dînk bi eslê xwe ermenî ye û heta niha gelek caran
rastî êrîsên derdorên nîjatperest hat. Dozgerên tirk jî, heta niha ji ber
nîvîsên Hrant Dînk ên derbarê komkujiya ermeniyan de, gelek doz vekiribûn.
Dînk carekî jî, dema ji bo besdariya rûnistineke doza xwe çûbû edliyeyê,
rastî hewldana lînçkirinê hatibû.
Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan û rayedarên tirk jî, wekî pistî
kustina nîvîskar û rewsenbîran, dîsa gotin ku, ewê rojek zû kujeran bigirin
û derxin pêsberî dadgehê.
Lê belê girseya pistî kustina Hrant Dînk mesek lidar xistin, ji
kustina Dînk rayedar û siyasetmedarên tirk berpirsyar girtin.
Bi sedan kesên li cihê êrîsê li hev kom bûn, siloganên 'Wê dewleta
kujer, hesabê bide' qîriyan.
Rêxistinên Civaka Sîvîl, derdorên demokrat û astîxwaz jî, ji kustinê
rayedarên dewletê berpirsyar girtin. Heman derdoran bal kisandin ser
hewldanên rayedar û siyasetmedarên tirk ên ji bo bilindkirina nîjadperestiyê
û anîn ziman ku, sedema kustina nîvîskar Hrant Dînk, ev polîtîkaya
nîjadperestiyê ye.
Êrîsa li dijî nîvîskar Hrant Dînk, li Tirkiye, Ewropa û li gelek
deverên cîhanê jî rastî reaksiyonan hat. Hev-serokên DTP'ê Ahmet Turk û
Aysel Tûglûk ji ber kustina Hrant Dînk xemginiya xwe anî ziman û xwest rojek
zû kujerên Dînk werin girtin.
Rayedarên Yekitiya Ewropayê ji ber kustina Hrant Dînk xemgîniya xwe
anîn ziman û xwestin kujer werin girtin. Ajans, televîzyon û radyoyên gelek
welatan, kustina Hrant Dînk wekî nûçeya deqeya dawî dan.
NAVENDA NÛÇEYAN
http://www.yeniozgurpolitika.org/
.
- Prev by Date: PKK'DA IC HESAPLASMA SURUYOR!..
- Next by Date: US to establish a military base in Kurdistan, Arabic daily
- Previous by thread: PKK'DA IC HESAPLASMA SURUYOR!..
- Next by thread: US to establish a military base in Kurdistan, Arabic daily
- Index(es):